Di salekê de du caran êriş birin ser heman gorê: Bêdengî rê li ber zilmê vedike

img
SÊRT - Di salekê de gora Revşan Aşkara ya HPG'î du caran hat xerakirin. Diya wê Kûdret Aşkara bertek nîşanî vê da û got ku bêdengiya kurdan rê li ber zilmên nû vedike. 
 
Li Goristana Zevye ya Sêrtê gora Revşan Aşkara (Sema Koçer) a HPG'î ku di 31'ê adara 2020'î de li Bazîd a Agiriyê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, par ji aliyê hin kesên nenas ve hatibû xerakirin. Di 1'ê tebaxê de vê carê polîsên sivîl êrişî heman gorê kirin. Kesekî ku dema bûyerê li wir bû û nexwest navê wî bê eşkerekirin, ragihand ku polîsan gorê xera kiriye û gava zarok çav bi wan ketine kevir avêtine wan û ew kes jî li wesayîtên xwe siwar bûne û reviyane. Malbatê serî li midûriyeta polîsan de û gilî kir, lê guh li serlêdana malbatê nehat kirin. Piştî vê malbat serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê da û xwest bûyer bê zelalkirin. 
 
POLÎS ÊRIŞÊ QEBÛL KIR
 
Dayika Revşanê, Kûdret Aşkara ku êrişê wekî bêwijdnaiyê pênase kir, got: "Par jî ez li malê bûm, zarok hatin gotin êrişî gorê hatiye kirin. Ez jî çûm goristanê, min dît kevirên gorê hatine şikandin. Ez jî hema di cî de çûm qereqolê û min ji wan re got çima kevirên gorê çikandin e, dê hesab bê pirsîn. Ji min re gotin, 'vê carê çêke em ê neşkînin'. Gava wiha gotin pê re jî keniyan. Min xwest dîmenên kamerayan bibînim, lê nîşan nedan. Tu tişt nekirin." 
 
DI SALEKÊ DE DU CARAN HAT XERAKIRIN
 
Aşkara diyar kir ku wê car din gora keça xwe çêkiriye û got ku ji bo êrişî gorê neyê kirin şerpeyek pê ve girêdaye. Aşkara wiha domand: "Lê salek şûn de dîsa êriş kirin. Min gora wê av dabû û ez hatibûm malê. Gava ez hatim malê xebr ji min re hat û gotin êrişî gorê hatiye kirin. Gava ez çûm gor xerabûyî bû. Ev bêexlaq û bêwjidan in." 
 
‘DOZA ÇI LI HESTIYAN DIKIN?'
 
Aşkara diyar kir ku tenê axa gorê maye û got: "Ên dijminatiya me dikin, bila bi tanq û topa xwe werin, doza çi ji axê, hestî û ruhan dikin? Ger dê dijiminatiyê bikin, bila bi exlaqî bikin." 
 
‘EZ PAŞ DE GAV NAVÊJIM'
 
Aşkara diyar kir ku piştî êrişa duyem gava çûye goristanê rastî polîsan hatiye û wiha got: "Gava min li goristanê ew dîtin, ji hêrsa dest û pêyên min ricifîn. Gava min dua dikirin ew dikeniyan. Gava min ji wan pirsî hûn doza çi li gorê dikin, wekî henekên xwe bikin keniyan. Tew dibêjin 'partiyê kiriye.' Min jî got, 'Partî ji bo bihosteke axa gora wê canê xwe dide.' Heya ez li wir bûm bi min keniyan, henekê xwe bi min kirin. Lê ez serbilind im. Ez diya Revşanê me, ez tu carî bi paş ve gav navêjim." 
 
‘EM GORÊ DÎSA ÇÊBIKIN'
 
Aşkara anî ziman ku bêdengiya gelê kurd rê li ber zilmên nû vedike û got: "Hê xwîn ji cenazeyê me tê, radibin defin dikin. Bi kargoyan, di qutiyeke biçûk de cenazeyên me didin me. Me wekî dijmin dihesibînin. Bi hiqûqa dijminatiyê êrişî me dikin. Sûcê me ye, gere me di êrişa ewil de bertek nîşan bida. Em ê car din gora keça min çêbikin. Sed carî xera bikin, em ê dîsa çêbikin. Bila êdî dawî li vê hovîtiyê bê." 
 
MA / Fethî Balaman