Li DYA'yê ji ber şewatan 53 kesan jiyana xwe ji dest dan

  • cîhan
  • 13:46 11 Tebax 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di şewatên li Girava Mezin û Girava Maui yên girêdayî Eyaleta Hawaii'yê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 53’yan. 
 
Di 8'ê tebaxê de li 6 herêmên cuda yên Girava Mezin û Girava Maui yên girêdayî Eyaleta Hawaii ya Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê (DYA) şewat derketin. Şewat hêj berdewam in û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn her ku diçe zêdetir dibe. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn derket 53 kesan û xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo kesên winda jî berdewam in. Di encama şewatên heta niha de nêzî hezar û 700 avahî hilweşiyan û bi hezaran kes jî ji herêmê hatin derxistin.