Serokwezîrê Pakistanê yê berê Han hate girtin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Pakistanê yê berê Îmran Han ku di dema peywira xwe de diyarî girtibûn û ji ber vê yekê bi nelirêtiyê dihat tawanbarkirin, hate girtin. 
 
Serokwezîrê Pakistanê yê berê Îmran Han hate girtin. Di dema peywira xwe de diyarî standibûn lewma bi nelirêtiyê dihat tawanbarkirin û 3 sal cezayê hefsê lê hate birîn. Li gorî nûçeya çapemeniya Pakistanê; Han, hûrgiliyên diyariyên di dema serokwezîrtiya xwe wergirtibûn eşkere nekir lewma dihat darizandin. Li ser biryara dadgehê jî polîs çûn mala Han a li Lahorê û girtin. 
 
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku dadger Humayun Dîlavar wiha got: “Hat piştrastkirin ku Han tev li sepanên nelirêtiyê bûye.” Danişîn li Dadgeha Bilind a Îslamabadê hat li darxistin lê Han tev li danişînê nebû. Han, par ji peywirê hatibû girtin û ji ber sedemên “nelirêtî”, “terorîzm” û “gel teşwîqî serhildanê dike” zêdetirî 150 doz lê hatibûn vekirin. Han jî îdia dikir ku ev tawanbarî “bi sedemên siyasî” tên kirin. 
 
Piştî biryarê, koma Han amadekariyên serlêdana temyîzê dike. Endamekî komê wiha got: “Derfeta pêşkeşkirina şahidan nehat dayîn û ji bo em amadekariyên xwe bikin wextekî berfireh nehat dayîn.”