Ingilistanê qirkirina li dijî êzidiyan bi awayekî fermî nas kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ingilistanê, qirkirina DAIŞ’ê ya li dijî civaka êzidî, bi awayekî fermî weke “qirkirin” nas kir. 
 
Wezareta Karên Derve ya Ingilistanê têkildarî qirkirina DAIŞ’ê ya di sala 2014’an de li dijî civaka êzidiyan pêk anî, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Ingilistan bi awayekî fermî qebûl dike ku DAIŞ’ê di sala 2014’an de li dijî civaka êzidî kiryarên jenosîdê pêk anîne. 
 
Wezîrê Karûbarên Rojhilata Navîn ê Ingilistanê Lord Tariq Ehmed axivî û ev tişt anî ziman: “Beriya 9 salan xelkê êzidî ji destê DAIŞ’ê gelek êşên mezin kişandin û bandora wê heya îro jî berdewam in. Îro me biryarek dîrokî da ku li dijî êzidiyan komkujî hatiye kirin. Edalet û hesabdayîn ji bo mirovên ku jiyana wan parçe parçe bûye, gelekî girîng e."
 
Ehmed diyar kir ku ev naskirina 'dîrokî' soza Ingilistanê ya ji bo 'wergirtina mexdûran a ji bo tazmînatê û xwegihandina edaleteke bi wate' xurt dike.
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku sûcên li dijî êzidiyan yekem car di 30’ê mijdara 2021'ê de ji aliyê dadgeha alman ve weke 'qirkirin' hatibû naskirin. Piştre jî ji aliyê gelek parlamento û saziyên navneteweyî ve weke qirkirin hate naskirin. Parlamentoya Almanyayê di meha çileyê de qirkirina li dijî êzidiyan bi awayekî fermî nas kiribû.