Rejîma Îranê cezayê hefsê da du rojnamegerên jin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê bi îdiaya “propagandaya li dijî rejîmê” bi giştî 8 sal û 6 meh cezayê hefsê da rojnameger Saeede Shafîeî û Nasim Sultanbeîgî.
 
Rojnamegerên jin Saeede Shafîeî û Nasim Sultanbeîgî li Îranê bi îdiaya “Propagandaya li dijî rejîmê” tên darizandin. Rejîmê ji bo her rojnamegerekê 4 sal û 3 meh cezayê hefsê da. Danişîna dozê li Şaxa 26’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hate lidarxistin. Dadgehê bi îdiaya “Propagandaya li dijî rejîmê” 8 meh cezayê hefsê û bi îdiaya “Ragihandina têkilî û peymanên veşarî” jî 3 sal û 7 meh cezayê hefsê da. 
 
Di heman demê de dadgehê biryar da ku her du rojnmager di nava 2 salan de nekarin tev li tu komên siyasî û civakî bibin û nekarin derkevin derveyî welat. 
 
Rojnameger Mehrnoosh Zareî Hanzakî jî ji heman dozê dihat darizandin û beraet kir.