Mûradian: Di bingeha pirsgirêkan de Lozan heye

  • cîhan
  • 15:07 23 Tîrmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Perwerdekar Nayrî Mûradian a di Konferansa Lozanê de axivî, anî ziman ku di bingeha pirsgirêkên ku gelên Rojhilata Navîn dijîn de Peymana Lozanê ye. 

 
Konferansa KNK'ê ya bi navê "Di sala 100'emîn a Peymana Lozanê de helwesta gelên Kurdistanê" tê lidarxistin, di roja duyemîn de bi panela bi mijara "Rewşa gelên Ermen, Asûr û Keldanî" dewam kir. Lêkolîner-nivîskar Aydin Aslan û perwerdekar Nayrî Mûradîan weke qiseker beşdarî panelê bûn.
 
'ŞERÊ ME YEK E'
 
Nivîskarê Ermen Aydin Aslan bi kurdî axivî û got, wan gotina 'Şêr şêr e çi jin e çi mêr e' ji jinên kurd hîn bûne. Aydin Aslan ragihand ku kurd û ermen li heman xakê ne û pirsgirêkên wan jî hevpar e. Aydin Aslan bi bîr xist ku bi taybetî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kurd û ermen bi hev re dijîn û got: "Zarokên her du gelan jêhatî û têkoşer in. Li dibistanên ermen gelek xwendekarên kurd hene. Ermenên li wê derê ji min xweştir bi kurdî diaxivin. Ermen û kurd xwişk û birayên hev in. Şerê me yek e. Dijminê me yek e."
 
Aydin işaret bi pirsgirêkên hevpar ên gelên ermen û kurd kir û anî ziman ku piştî avabûna dewleta tirk pirsgirêk girantir bûn.
 
'DI BINGEHA PIRSGIRÊKAN DE LOZAN HEYE'
 
Nayrî Mûradîan jî qala pirsgirêkên Asûr û Keldanî yên di dema Osmaniyan de kir. Mûradîan ragihand ku ev pirsgirêk bi rejîma komarê re mezintir bûn. Mûradîan anî ziman ku polîtîkayên komkujiyê yên komarê bûye sedem ku Asûrî, Keldanî û hindikahiyên din bi rengekî cidî koç bikin. Mûradîan diyar kir ku li Rojhilata Navîn kurd jî di nav de di bingeha pirsgirêkên gelan hemûyan de Peymana Lozanê heye.