Sosyalîstên li Pirsûsê hatin qetilkirin li Ûlm û Dûîsbûrgê hatin bibîranîn

  • cîhan
  • 23:00 20 Tîrmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên di Komkujiya Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan, li bajarên Ûlm û Dûîsbûrg ên Almanyayê bi çalakiyan hatin bibîranîn.
 
Ji bo 33 ciwanên Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di êrişa DAIŞ’ê de hatin qetilkirin, li bajarên Ûlm û Dûîsbûrg ên Almanyayê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.
 
DÛÎSBÛRG
 
Girseya ku li ser banga Federasyona Karkerên Koçber li Almanyayê (AGÎF) û Meclisa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel li ber stasyona trenê ya navendî ya Dûîsbûrgê li hev civiyan, di salvegera 8’emîn de bi meşekê komkujiyê protesto kirin. 
 
Di axaftinên çalakiyê de wiha hat gotin: “Bi qetilkirina 33 ciwanên di encama hevkariya AKP û DAÎŞ’ê, xwestin pira di navbera gelan de xera bikin, Kurdan bi tenê bihêlin û komkujiyê bikin. Lê em ê ji her demê bêhtir xwedî hêviyên azadiya gelan derkevin.”
 
Di meşê de gelek caran dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
 
ÛLM
 
Bi boneya 8'emîn salvegera qetilkirina 33 ciwanên sosyalîst, li ser banfa Yêkîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) a Ûlmê mîtîngeke bîranînê hat lidarxistin. Di mîtînga ku li qada Ûlm Munsterê hat lidarxistin de pankarta bi nivîsa “Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî” hat vekirin û li ber pankartan mûm û gulên sor hatin danîn.
 
Di çalakiya ku saziyên koçberên şoreşger-demokratîk ên wek AGÎF, ATÎF, FED-GEL, SKB û DÎDF tevlî bûn de axaftinên bi zimanê almanî û tirkî hatin kirin. Axaftvanên ku gotin, “Em daxwaza xwe ya, “Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî, li her derê diqîrin” peyama berdewamkirina têkoşînê dan. 
 
Di axaftinên li ser navê AVEG-KON’ê de jî wiha hat gotin: “Dewleta ku kiryarê Komkujiya Pirsûsê ye, weke her carê bi rojan in li kolanan ketine pey şoreşgeran. Hêzên dewletê ku zextê li ciwanên sosyalîst ên ku bi rojan e ji bo çalakiyên salvegera Pirsûsê bang dikin, dike herî dawî di 18’ê Tîrmehê de 6 ciwanên şoreşger bi êşkenceyê destgîrkirin û girtin. Ev qîrîna ku kolanan veguherand qada cengê û hêrsa Komkujiya Pirsûsê hildide, ji êşkencexaneyan heta salonên dadgehê bû cesareta hesabpirsînê.”
 
Di mîtîngê de Şoreşa Rojavayê hat silavkirin. Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.