Li Çînê êrişî pêşdibistanê hat kirin: 6 kes mirin

  • cîhan
  • 09:48 10 Tîrmeh 2023
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Lîanjîangê êrişî pêşdibistanekê hat kirin. Di êrişê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.
 
Li gorî daxuyaniya şaredariya Lîanjîangê di êrişê de mamosteyek, du dê û bavên xwendekaran û sê xwendekaran jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku êrişkar hatiye girtin.
 
Hat ragihandin ku êriş roja duşemê li gorî saeta herêmî saet di 07.40’an de pêk hatiye. Li Çînê qedexe ye ku mirov çekê bi kar bîne, lê di salên dawîn de êrişên bi kêran zêde bûne.
 
Ji ber ku li dijî dibistanan êrişên giran zêde bûne, li dora saziyên perwerdehiyê tevdîrên ewlehiyê jî zêde bûne.