Îsraîlê êrişî Şerîeya Rojava kir: 5 kes hatin kuştin

  • cîhan
  • 12:12 3 Tîrmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li Şerîeya Rojava de 5 kes mirin û zêdeyî 20 kes jî birîndar bûn.
 
Îsraîlê li bajarê Cenîn ê li Şerîeya Rojava ya dagirkirî bi moşekê maleke Filistîniyan kir hedef. Piştî êrişa hewayî artêşa Îsraîlê kampa Penaberan a Cenîn dorpêç kir û bi ser hin malan de girt. Hat ragihandin ku Tûgaya Cenîn jî hatiye hedefgirtin, li gor daxuyaniya rayedarên tenduristiyê yên Filistînê di êrişê de herî kêm 5 kes mirin e û zêdeyî 20 kes jî birîndar bûn e.