Belûc û kurdan bang li NY’ê kir: Ji Abdullah Ocalan re azadî

  • cîhan
  • 19:34 28 Hezîran 2023
  • |
img
SWÎSRE - Di çalakiya rûniştinê ya azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê tê daxwazkirin de têkoşîna hevpar a gelê Kurdistan û Belucistanê hate vegotin û hate xwestin ku Abdullah Ocalan hemû girtiyên siyasî bên berdan. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de kurd û dostên wan ên ku ji 25’ê çileya 2021’an û vir ve her çarşemê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Qada Nations a li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiya rûniştinê li dar dixin, dîsa hatin ba hev. Polîtîkavanên li sirgunê yên Eyaleta Belucistanê serdana çalakiya ku kete meha 30’emîn kirin. Daxuyaniya li vir hate dayîn di şexsê Zîlan (Zeynep Kinaci) de ku yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê ye ku di 30'ê hezîrana 1996'an de li Dêrsimê çalakiya fedaiyane pêk anî, ji bo kesên di Têkoşîna Azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
 
NÛNERÊN BELUCISTANÊ SERDAN KIRIN
 
Hevserokê Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk (CDK Ge) Mehmet Latîf Çelebî ku di çalakiya nûnerên Belucistanê tev li bûn de axivî, bi bîr xist ku îsal Lozan dikeve sala xwe ya 100’emîn. Çelebî diyar kir ku 30 meh in li ber NY’yê tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar dikin. Çelebî, anî ziman ku saziyên navnetewî di mijara tecrîdê de berpirsyartiyên xwe bi cih naînin û helwest û bêdengiya CPT’iyê rexne kir. Çelebî yê destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan nikare ji Lozanê cudatir bê bidesxistin, bi lêv kir ku heta tecrîd neyê bidawîkirin, kurd dê li qadan bin û destnîşan kir ku azadiya gelê kurd girêdayî azadiya Ocalan e.
 
‘JI GIRTIYÊN SIYASÎ RE AZADÎ’ 
 
Raportorê NY’yê yê Belucistanê Munir Mengal ê pişt re axivî jî anî ziman ku weke Kurdistanê axa wan jî ya di bin dagirkeriyê de û xwest di serî de Abdullah Ocalan hemû girtiyên siyasî bên berdan. Mangal, destnîşan kir ku sedemê wan ê ku îro li ber NY’yê ne jî ev daxwaz e. Mengal, diyar kir ku hem kurd hem jî belûc li ser vê bingehê bi hevgirtina têkoşînên xwe yên li Kanadayê re hevpar tevgeriyan û got: “Ji bo bilêvkirina daxwazên xwe yên hevpar em weke kurd û belûc li ber NY’yê li hev civiyan.”
 
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Seroka Meclîsa Belûcistanê Prof. Naela Qaudrî Baloch ya li sirgunê, di çalakiyê de wêneyên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên di sala 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin nîşandan û anî ziman jinên kurd ên li ber xwe didin xwişkên wan e. Baloch, bi bîr xist ku dîroka têkoşînê ya kurdan û belûciyan bi heman rengî ye û destnîşan kir ku ev her du gelên bira divê li qada navneteweyî bi hevparî tevbigerin. Baloch, xwest ku bi taybet Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû girtiyên siyasî bên berdan. 
 
Piştî axaftinan, girse bi dirûşmeyên hevpar ên daxwaza azadiya gelên Kurdistan û Belucistanê hate kirin derbasî çalakiya rûniştinê bûn.