Li Almanya û Holandayê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin

  • cîhan
  • 22:04 23 Hezîran 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistaniyên li Amsterdam û Darmstadtê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê protesto kirin û bang li alîgirên mirovahiyê kirin ku Şoreşa Rojavayê biparêzin.
 
Kurdistanî li Holanda û Almanyayê ji bo protestokirina Tirkiyeyê ku di 20’ê Hezîranê de li Qamişloyê Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, alîkara wê Leyman Şiwêş û Firat Tûma qetil kirin, daketin qadan. 
 
Kurdistanî û dostên wan ên bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hollandayê (DEM-NED) li ber Konsolosxaneya Tirk a li Paytexta Hollanda Amsterdamê hatin ba hev, êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin. Di çalakiyê de ji raya giştî hat xwestin dawî li mêtîngeriyê bînin û piştgiriya Tevgera Azadiya Kurdistanê bikin. Di daxuyaniya DEM-NED’ê de hat xwestin, her kesên alîgirên mirovahiyê Rojava biparêzin. 
 
Kurdistanî li bajarê Darmstadt ê Almanyayê jî daketin qadan. Li Luîsenplatzê ku bi dehan kes li hev civiyan, alên YPG û YPJ hatin hildan û dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Kujer/Dîktator Erdogan” û “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin.