Li Sûdanê ji bo 72 saetan agirbest hate ragihandin

  • cîhan
  • 12:59 18 Hezîran 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi navbeynkariya DYA û Erebistana Siûdî, li Sûdanê ji bo 72 saetan agirbesteke nû hate ragihandin. 
 
Li Sûdanê bi navbeynkariya Amerîka û Erebistana Siûdî, ji bo agirbesteke nû ya 72 saetan biryar hate girtin. Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û wiha got: “Qraliyeta Erebistana Siûdî û DYA radigihînin ku nûnerên Hêzên Çekdar ên Sûdanê û Hêzên Desteka Lezgîn (HDK) ji bo agirbesta ji 72 saetan a li seranserê Sûdanê ji roja yekşemê û pê ve bê kirin, li hev kirine.” 
 
Tê hêvîkirin ku ev agirbesta 72 saetan bibe wesîleya xizmeta gihandina alîkariyên mirovî li seranserê welat. Li gorî daxuyaniyê, ji bilî rawestandina hemû tevger û êrişan, her du aliyan li hev kirin ku rê bidin alîkariyên mirovî bo hemû deverên Sûdanê bên şandin. Ragihandina agirbestê piştî êrişên hewayî û pevçûnan li Xertûmê hat ku tê de sivîl hatin kuştin.
 
ZÊDETIRÎ 2 MILYON KES KOÇBER BÛN
 
Di êrişên hewayî yên roja şemiyê de li başûrê paytext Xartûmê herî kêm 17 sivîl hatin kuştin ku 5 jê zarok bûn. Di êrişên hewayî de 25 xanî hilweşiyan. Li gorî rapora herî dawî ya rêxistina sivîl ACLED, di şerê li Sûdanê de ji nîvê meha nîsanê û vir ve heta niha zêdetirî 2 hezar kes mirine.
 
Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) zêdetirî 2,2 milyon kes ji welatê xwe reviyane, ji wan zêdetirî milyonek kes Xartûm terikandine û zêdetirî 528 hezar kes jî reviyane welatên cîran û bûne penaber.
 
UNICEF: 330 ZAROK HATINE KUŞTIN
 
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî bal kişand ser rewşa zarokên ku di nava mexdûrên sereke yên şer de ne. UNICEF’ê wiha got: “Di şerê du mehan de li Sûdanê zêdetirî milyonek zarok koçber bûn, 330 zarok hatin kuştin û zêdetirî 1900 jî birîndar bûne.”