Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Silvio Berlusconi mir

  • cîhan
  • 14:05 12 Hezîran 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Silvio Berlusconi di 86 saliya xwe de mir.
 
Medyaya Îtalyayê ragihand ku Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Berlusconi ku bi nexweşiya penceşêrê ketibû, li nexweşxaneyeke Mîlaniyê mir. 
 
Gelek caran hat ragihandin ku dê Berluscon ji siyasetê dûr bikeve lê di sala 2022’yan de ji nû ve weke senator hate hilbijartin. Tê gotin ku bi qasî 6,4 milyar euro serweta wî hebû û yek ji mezintirîn dewlemendên Îtalyayê bû. Berlusconî her tim bi skandalên wekî "Bunga Bunga" û têkiliyên xwe yên bi jinan re di rojevê de bû. 
 
Berlusconi hevalbendê serokê hikûmetê yê rastgir Giorgia Meloni bû. Piştî dagirkirina Ukraynayê, bi daxuyaniyên xwe piştgirî da Rûsyayê û gelek caran Meloni xiste pozîsyoneke zehmet. Berlusconi, hevalê şexsî yê Vladîmîr Pûtîn e.