Rêjeya çûyîna ser sindoqan a li Swîsreyê zêde bû

  • cîhan
  • 10:10 21 Gulan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di roja ewil a tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê de li Swîsreyê 18 hezar û 994 hilbijêran dengê xwe dan. 
 
Ji bo dengdayîna di tûra duyemîn a hilbijartina serokkomarê de li gelek navendên derveyî welat sindoq hatin danîn. Li kantonên Bern, Cinêw û Zurîh ên Swîsreyê jî duh 31 sindoq hatin danîn û hilbijêran dest bi dengdayînê kirin. Di roja ewil a dengdayînê de li Bernê 3 hezar û 662, li Cinêwê 4 hezar û 830 û li Zurîhê jî 10 hezar û 502 hilbijêran dengê xwe dan. Bi vê yekê re di roja ewil a hilbijartinê de bi giştî 18 hezar û 994 hilbijêran dengê xwe dan. 
 
Di tûra ewil a hilbijartinê de li seranserî Swîsreyê 6 hezar û 232 hilbijêr çûbûn ser sindoqan. Li Swîsreyê 105 hezar û 821 hilbijêr hene. Ji hilbijêran ji sedî 56,7 di tûra ewil de neçûn ser sindoqan. 
 
ENCAMÊN TÛRA EWIL
 
Kemal Kiliçdaroglû: % 57.61 (24.827 deng)
Tayyîp Erdogan: % 40.3 (17.368 deng)
Muharrem Înce: % 0.72 (310 deng)
Sînan Ogan: % 1.37 (591 deng)
 
***
 
Tifaqa Cumhur: %40.97
Tifaqa Milet: %28.58
Tifaqa Ked û Azadiyê: %28.05
Tifaqa Ata: %0.76
Tifaqa Yekitiya Hêzên Sosyalîst: %0.41
 
***
 
AKP: %30,3
CHP: %26,1
Partiya Çepên Kesk: %24,9
MHP: %8,5
TÎP: %3,5
Partiya Îyî: %2,4
Partiyên din: %4,3