Serokkomarê Iraqê û serokwezîr civiyan

  • cîhan
  • 11:49 12 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Serokkomarê Iraqê Abdullatîf Reşîd û serokwezîr Muhammed Şiya Sudanî civiyan. 
 
Serokkomarê Iraqê Abdullatîf Reşîd û serokwezîr Muhammed Şiya Sudanî civiyan. 
 
Li gorî daxuyaniya serokkomariyê; endamên Lijneya Wezîran a Iraqê û gelek rayedar jî tev li civînê bûn. Hat ragihandin ku di civînê de rewşa giştî û geşedanên siyasî, aborî, ewlehî, hawirdor û xizmetên civakî hatine nirxandin. 
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de hatiye gotin ku ji bo cîbicîkirina rayeyên neteweyî, tevdîrên xizmetan û hêsankirina cîbicîkirina bernameyên hikûmetê, divê budçeya giştî tavilê were erêkirin.