Sefîra DYA’yê bi Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê re hevdîtin kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Sefîra DYA’yê ya Iraqê têkildarî krîza avê ya li welêt, bi Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê re hevdîtin kir. 
 
Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Ewîn Ziyab Abdullah têkildarî krîza avê ya li welêt, bi Sefîra DYA’yê ya Iraqê Alina Romanowskî re hevdîtin kiriye. 
 
Di hevdîtinê de çavkaniyên avê yên Iraqê û astengiyên heyî hatin nirxandin. Her wiha mijarên weke guherîna avhewayê, mêjera barînan, xebatên wezaretê yên li dijî astengiyan û pirsgirêkên di qadên çandinî û hwd. de hatin nîqaşkirin. 
 
Bi domdarî di daxuyanî de wiha hat gotin: “Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê ragihand ku dê tev li konferansa avê bibe ku NY jî piştgiriyê dide. Iraq, dê têkildarî krîza avê û talûkeyên heyî raya giştî agahdar bike.”
 
Her wiha hat destnîşankirin ku di hevdîtinê de Alina Romanowskî wiha gotiye: “Di serî de Bendavê Mûsilê, Amerîka dê piştgiriyê bide hemû projeyên ji bo çareserkirina krîza avê ya li Iraqê.”