Serokwezîrê Iraqê diçe Misirê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudanî dê biçe serdana Misirê. 
 
Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudanî dê biçe serdana Misirê û bi Serokkomarê Misirê Abdullatîf Sîsî re hevdîtinê bike. 
 
Hat ragihandin ku dê di hevdîtinê de mijarên bazirganî, siyasî, aborî û leşkerî bên nirxandin û li ser projeyên ceyran, petrol û gazê yên di navbera her du welatan de bê axaftin.