Li Iraqê li dijî konvoya lojîstîkê ya DYA’yê êriş hat kirin

  • cîhan
  • 13:00 26 Sibat 2023
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Iraqê li dijî konvoya lojîstîkê ya artêşa DYA’yê êriş hate kirin. 
 
Li bajarê Dîwaniyeyê yê li başûrê Iraqê, li dijî konvoya DYA’yê êriş hate kirin. Li gorî çapemeniya Iraqê; êriş şevê din saet derdora 22.45’an de hate kirin û konvoya lojîstîkê ya artêşa DYA’yê hedef hatiye girtin. Hat ragihandin ku êriş ji hêla koma bi navê “Bexwedana Neteweyî” ve hatiye kirin. 
 
Têkildarî ziyanên di encama êrişê de çêbûn tu agahî nehatin parvekirin. 
 
Beriya niha jî li wîlayetên Nasiriye, Basra, Zî Kar û Anbar ên Iraqê li dijî konvoyên leşkerî yên DYA’yê êriş hatibûn kirin.