Ji Serokkomarê Almanyayê peyama erdhejê ya bi kurdî: Êşa we êşa me ye

  • cîhan
  • 16:45 21 Sibat 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier ji bo qûrbaniyên erdhejê bi kurdî, erebî û tirkî peyama ser saxiyê da û wiha got: “Êşa we êşa me ye.”
 
Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier, ji bo kesên di erdhejên Mereşê de jiyana xwe ji dest dan bi kurdî, erebî û tirkî peyama sersaxiyê weşand. Steinmeier ê li Berlînê tev li aktîvîteyeke ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan bû wiha got: “Pêdiviya mirovên li herêma erdhejê niha bi alîkariya me heye.”
 
‘ÊŞA WE ÊŞA ME YE’
 
Steinmeier girîngiya alîkariya ji kesên erdhejê bi bandor bûyî re tên kirin destnîşan kir û wiha berdewam kir: “Ne pêkane ku mirov karesata heyî bi peyvan penase bike. Gelek tirk, sûriyeyî û kurd… Ji 45 hezaran zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest dan. Li welatê me gelek mirov şîna we û derdên we parve dike. Êşa we êşa me ye.”
 
BI 4 ZIMANAN PEYAMA SERSAXIYÊ 
 
Metnê axaftina Serokkomarê Almanyayê Steinmeier, ji bilî Ingilîzî di malpera fermî ya Serokkomariya Almanyayê bi tirkî, kurdî û erebî hate parvekirin. Di hesabê Instagramê yê Steinmeier de jî bi Ingilîzî, tirkî, kurdî û erebî “Almanya ku welatê me yê hevpar e, bi we re ye” hate parvekirin.