Meclîsa Federal a Almanyayê fermana êzidiyan nas kir

  • cîhan
  • 18:27 19 Çile 2023
  • |
img
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Almanyayê bi yekdengî pêşnûmeqanûna ku qirkirina êzidiyan nas dike, qebûl kir. Endama Partiya Çepgir Dagdelen, rexne kir ku çima YPG’ê ku êzidî rizgar kirine, nehatiye bibîrxistin.
 
Ji bo komkujiyên ku bi destê DAÎŞ'ê yên li dijî êzidiyan hatine kirin wekî qirkirinê bên naskirin, partiyên hikûmetê, Partiya Civakî ya Demokrat (SPD), Partiya Keskan û Partiya Demokratên Azad (FDP) û partiya mixelefetê ya sereke, Partiya Yekîtiya Xirîstiyanan (CDU/CSU) ji bo pêşnûmeya biryarê, li Meclîsa Federal rûniştineke taybet li dar xistin.
 
Cîgira Serokê Meclîsa Federal Katrin Gorîng-Eckardt ku rûniştina nûnerên êzidiyan û rûspiyên olî lê amade bûn bi rê ve bir, silav li êzidiyên li Meclîsê kir. Piştre nûnerên partiyan ên li Meclîsê yek bi yek axivîn, piştgiriya xwe ya ji bo pêşnûmeya qanûnê anîn ziman û gotin: “Meclîs ji bo biryareke wiha dereng jî maye.” Koma Partiya Çepgir jî rexne kir ku çima YPG’ê ku êzidî rizgar kirine, nehatiye bibîrxistin û xwest ku êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê bi dawî bibin.
 
‘DIVÊ ŞENGAL BIBE CIHEKÊ EWLE’
 
Parlamenterê Partiya Keskan Max Lûcks, bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û Îranê yên li ser herêmê û da zanîn ku êzidî ji ber nebûna ewlekariya Şengalê nikarin vegerin warê xwe. Lûcks got: "Ev biryar di heman demê de ji bo ewlekariya Şengalê jî giring e." Li ser navê Koma CDÛ/CSÛ Mîchael Brand axivî û got: "Bi biryara îro re em ê xwe bikin şûna êzidiyan ku di bin gefa qirkirinê de.“
 
Li ser navê Koma SPD'ê Derya Turk-Nachbaûr axivî û diyar kir ku fermana DAÎŞ'ê ya di 3'yê Tebaxa 2014'an de li êzidiyan rakir, hêj jî di bîra mirovan de ye û dîtinên xwe yên têkildarê serdana xwe ya dawîn li Iraqê tevî şandeyekê parve kir. Turk-Nachbaûr da xuyakirin ku, di ser qirkirinê re 8 sal derbas bûne, Êzidî li kampan tên ragirtin û nikarin vegerin warên xwe û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku bi lezgînî çareseriyek ji pirsgirêkên Êzidiyan re bibîne.
 
Turk-Nachbaur anî ziman ku divê sûcên li dijî mirovahiyê yên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatine kirin bê ceza nemînin û got: "Em ê bi biryara îro, hindik be jî, edaletê durist bikin. Dema sûcdar bên cezakirin û êzidî vegerin warê xwe û azad bijîn, wê edaleta rastîn pêk were. Lewma biryara em ê îro bidin, wê bibe qonaxek."
 
'DIVÊ ÇETEYÊN DAÎŞ'Ê BÊN CEZAKIRIN'
 
Li ser navê Koma AfD'ê Martîn Sîchert mafê axaftinê girt û diyar kir ku yên ji ber çeteyên DAÎŞ'ê hatine Almanyayê û daxwaza penaberiyê kirine, lêpirsîn û şopandineke têrker nîn e. Endamê AFD'ê Sîchert diyar kir ku, Partiya Keskan piştgirî daye dewleta tirk a ku sala 2014'an de destek da DAÎŞ'ê û got:"74 caran ferman li êzidiyan hatiye rakirin. Ya ku divê em bikin, ew e ku em wan ji qirkirina 75'an rizgar bikin."
 
Li ser navê Koma FDP'ê Peter Heîdt axivî û diyar kir ku, bi biryara Meclîsa Federal ku îro daye, bêdengiya bi salan a li pêşberê qirkirina êzidiyan bi dawî bûye. Parlamenter Heîdt anî ziman ku, ji bo êzidiyên ku xwe spartine Almanyayê heqaret li wan neyê kirin, divê xebat bên kirin.
 
DAGDELEN: NEBIBÎR XISTINA YPG’Ê NAYÊ QEBÛLKIRIN
 
Li ser navê Koma Partiya Çep Sevîm Dagdelen axivî û got: “Îro ji bo Meclîsa Federal rojeke dîrokî ye. Em Koma Partiya Çepgir bi salan ji bo naskirina qirkirina êzidiyan têkoşiyan. Lê mixabin partiyên hikûmetê em ji derveyê pêşnûmeyê hiştin.“ Dagdelen bi bîr xist ku Siûdî û Qeter û Tirkiye piştgiriya DAÎŞ’ê dikin ku li Iraq û Sûriyeyê piştgiriya sûcên li dijî mirovahiyê kirine û wiha dewam kir: "Çekên ku van welatan dan DAÎŞ'ê ji Almanyayê çûn. Lewma Almanya jî şirîkê vê komkujiyê ye."
 
Endama Partiya Çepgir Dagdelen nerazîbûn nîşanî wê yekê da ku, di pêşnûmeya ku ji aliyê partiyên hikûmetê ve hatiye amadekirin de, navê YPG’ê ya ku êzidiyan ji qirkirinê rizgar kirine û ji bo parastinê birine çiyayên Şengalê cih negirtiye û wiha got: “Dema pêşmergeyan çekên êzidiyan kom kirin û ji Şengalê reviyan, YPG'ê xwe gihand Şengalê û êzidî ji qirkirinê rizgar kirin. Nabe ku mirov nebûna YPG’ê di nav pêşnûmeyê de qebûl bike.“
 
Endama Partiya Çepgir Dagdelen, bi tundî rexne li Hikûmeta Elmanya ya Federal kir ku çima bi hikûmeta AKP-MHP'ê re dibe piştgir. Dagdelen da zanîn ku dewleta Tirk hê jî Êzidiyên Şengalê bombe dike û bang li Wezîra Karên Derve Annelena Baerbock a di rûniştinê de bû kir û got: "Birêz Baerbock, eger hûn dixwazin parastina Şengal û êzidiyan bikin, divê hûn tavilê êrîşên dewleta tirk ên li dijî hiqûqa navneteweyî, rawestînin.“
 
Baerbock ku paşê axivî, bersiv neda Dagdelenê. Baerbock, di serê axaftina xwe de spasiya qurbaniyên qirkirinê û mexdûrên êzidî yên ku ji DAÎŞ'ê rizgar bûne kir, ev tişt anî ziman: “Ji bilî vê biryarê hemû civaka alman tiştên bi serê êzidiyan de hatine qek qirkirin qebûl dike. Em ê bikin ku Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî tevbigere da ku sûcdar bên darizandin û sûcdariya qirkirinê derbasê nifşên din nebe.”
 
Piştî axaftinên nûnerên partiyê dest bi dengdana li ser pêşnûmeyê hate kirin. Pêşnûmeya ku hemû parlementerên Meclîsa Federal bûn piştgir, bi yekdengî hat qebûlkirin.