Li kolanên Strasbourgê bertek nîşanî komkujiya Parîsê dan

  • cîhan
  • 15:57 29 Kanûn 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan, ji duh ve li gelek kolanên bajarê Strasbourgê pankartên “Ji bo kurdan edalet” û “Biji Kurdistan" daliqandin û li ser dîwaran nivîs nivîsandin. 

 
Bertekên li dijî qetilkirina Endama Rêveber a Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil li paytexta Fransayê Parîsê, didomin. 
 
'BIJÎ KURDISTAN’ 
 
Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên protestokirinê tên lidarxistin. Komeke ji jinên kurd û anarşîst pêk dihat, şevê din li gelek noqteyên bajarê Strasbourgê pankart û afîş daliqandin û li ser dîwaran nivîs nivîsandin. Xebata daliqandina pankart û afîşan û nivîsandina nivîsên li ser dîwaran îro jî dom kir. 
 
Di pankart û nivîsên li ser dîwaran de nivîsên weke “Ji bo kurdan edalet”, “Bijî Kurdistan”, “Sûriye Iraq Tirkiye Fransa komploger in”, “Li Rojava û Fransayê faşîzmê bişewitînin” û “Faşîst kujer in” hebûn.