Jinên îranî: Ji bo em koka rejîmê bînin şer dikin

  • cîhan
  • 10:06 14 Kanûn 2022
  • |
img
ENQERE – Jinên îranî diyar kirin ku bingeha rejîmê li ser şalpeya bi darê zorê hatiye avakirin û ew li dijî hilweşandina rejîmê şer dikin. 
 
Dozgerê Îranê Mohammad Jafar Montazeri gotibû, ew ê polîsên “ehlaqê” ji holê rakin. Jinên îranî bertek nîşanî daxuyaniya dozger didin û dibêjin heta ku qanûna bi darê zorê ya şalpeyê neyê redkirin tu daxuyanî wan qanih nake. Jinan diyar kir ku bingeha rejîma îranê li ser şalpeya li jinan hatiye ferzkirin hatiye avavkirin û ew li dijî vê rejîmê têdikoşin û şer dikin. 
 
DI NAV RAYEDARAN DE PEVÇÛN HEYE 
 
Aktîvîsta femînîst a îranî Nesrîn Afzali detnîşan kir ku her çiqas dibêjin wan polîsên “ehlaqê” rakiriye jî lê daxuyaniya hikumetê û lîderê olî Hamaney daxuyaniyên ku didin binakok in û di navbera rayedarên rejîmê de rewşek bi pevçûn heye. Afzali da zanîn ku ew dizanin heke şalpeya bi darê zorê ya li Îranê nebe ahlak” polisinin lağvedilmesinin ardından İslam Cumhuriyeti hükümeti ve dini lider Hamaney tarafından yapılan çelişkili açıklamalara işaret wê komara îslamî jî tune be. 
 
'JI BO KOKA REJÎMÊ BÎNIN ŞER DIKIN’ 
 
Mahtab Mahbub bal kişand ser girîngiya dîrokî ya xwepêşandan û greva giştî ya li Îranê û diyar kir ku berdevkiya daraza Îranê di nava çend rojan de derbarê 20 çalakgeran de cezayê darvekirinê daye û gelek kes bi cezayên darvekirinê re rûbirû ne. Mahbûb wiha got: “Niha xwendekar li kampûsan û li kolanan bi dirûşmên ‘divê dîktator bê kuştin, em li dijî feqîrî, nelirêtî, enflasyon û koka rejîmê bînin şer dikin’ berz dikin û li ber xwe didin. Hêzên rejîmê gefan li çalakgeran dixwin.” 
 
HETA BINGEHA REJÎMÊ BÊ GUHERTIN 
 
Mahbub anî ziman ku medyaya rojavayî nûçeyên bêbingeh û derew ku şoreş têk biçe çêdikin û medya bi çêkirina nûçeyên derew ku ‘polîsên ehlaqê’ hatiye rakirin ve mijûl e. Mahbub got medya qetlîam, zilmê û hovîtiyê nabîne û divê dijminatiya li gel tê kirin bibîne. Mahbub xwest divê beriya her tiştî berxwedana gel bê belavkirin û heta ku zîhniyet û bingeha rejîmê neyê guhertin heke ‘polîsên ehlaqê’ bê rakirin wê çi biguhere. 
 
XELK GUHERTINA QANÛNA BINGEHÎN DIXWAZE 
 
Fîrûzeh Asadî ya ku ji ber zilma rejîmê neçar ma navê xwe biguherîne jî destnîşan kir ku daxwaza gel ew e ku qanûna bingehîn ji kokê ve bê guhertin û pergal ji binî ve bê betalkirin û pergalek nû bê afirandin. 
 
DÊ DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN 
 
Pune Aştiyanî jî ku ji ber ewlehiya xwe navê xwe guhert jî da zanîn ku bi salene rejîma îranê ji bo ku rojevê di bin kontrola xwe de bihêle derewan dike û zextan dike û ev sê meh in li Îranê şoreşek bêlîder pêk tê û li Îranê guhertin pêk tê û rejîma Îranê jî ketiye nava lêgerîna lîderek. Aştiyanî got li Îranê ragihandinek rasteqîn nîne û xelkê xwe bi xwe ragihandina xwe ava kiriye. Aştiyanî bang li rojnamevanan kir ku bi cesaret tevbigerin û navê xwe binivisînin û ew ê qet dest ji têkoşîna li dijî rejîmê bernedin. 
 
MA / Gozde Çagri Ozkose