Li Rûsya 9 jê zarok 53 kes şewitîn

img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rûsya di Navenda Kirîn û Firotinê de şewat derket. Di şewatê de 9 jê zarok 53 kes şewitîn. 41 jê zarok herî kêm 64 kes jî winda ne. 
 
Li bajarê Kemerova yê li rojavayê Sibiryayê ye, li sûka sergirtî de şewat derket. Di şewatê de 9 jê zarok herî kêm 53 welatî şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Piştî şewatê 41 jê zarok herî kêm 64 kes jî winda ne. Şewat li Navneda Kirîn û Firotinê ya Winter Cherry di qatê 4'an de pêk hat. Hat zanîn ku dema şewat derket gelek kesên jiyana xwe ji dest dan li sînemayê bûn.