Li Atînayê dê ji bo Efrînê bimeşin

img
ATîNA - Çalakiya greva birçîbê ya 5 rojan a li paytexta Yunanîstana Atînayê ji bo şermezar kirina êrîşên li ser Efrînê dest pêkir, bi dawî bû. Çalakvan dê sibe li Atînayê meşeke girsî pêk bînin.
 
Çalakiya greva bîrçîbûna ya 5 rojan a li ber Parlamentoya paytexta Yunanîstana Atînayê ji bo Efrînê dest pê kir, bi dawî bû. Li ser navê siyasetmedarên kurd ên di çalakiya greva birçîbûnê de Lezgîn Varto daxuyanî da û got: “Em îro çalakiya xwe bi dawî dikin. Lê em ê bi çalakiyên cûda têkoşîna xwe bidomînin. Emê sibe meşeke girseyî pêk bîninn. Em hemû heval û dostên xwe yên li Yunanîstanê vedixînin meşa xwe. Em ê bi vê meşa xwe bêdengiya li Ewropayê bi dawî bikin. Çawan ku me Kobanê bi tenê nehêla, em ê Efrînê jî bi tenê nehêlin. Her der Efrîn, her der berxwedan.”