Parlamentera alman ji bo çekên kîmyewî serî li OPCW'yê da

  • cîhan
  • 09:01 4 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Partiya Çep a Alman Gokay Akbûlût ji bo heyetên serbixwe bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine bikaranîn vekolin serî li OPCW'yê da û got: "Sûcê li hemberî mirovahiyê tê kirin. Divê operasyon bên sekinandin." 
 
Parlamentera Partiya Çep a Alman (Die Linke) Gokay Akbûlût, têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve li Zap, Avaşîn û Metînayê hatine bikaranîn, di 22'yê cotmehê de serî li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) da. Di nameyê de ku ji nûnerê Almanyayê yê OPCW'yê Thomas Schieb re hatiye şandin, îşaret bi dîmenên HPG'iyên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane hatiye kirin û hatiye xwestin ku ev yek bê vekolandin. Parlamenter Akbûlût têkildarî serlêdana ku kiriye ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
Gokay Akbûlût
 
DAXWAZA JI BO LÊKOLÎNKIRINÊ
 
Akbûlût bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye gelek caran çekên kîmyewî bi kar aniye û got ku bi vê yekê "sûcê şer" kiriye. Akbûlût diyar kir ku ew Partiya Sol dixwazin dawî li van êrişên bi çekên kîmyewî bê û wiha got: "Her wiha em dixwazin heyetên serbixwe biçin herêmê û lêkolînên serbixwe bên kirin."
 
BERTEK NÎŞANÎ HIKÛMETA NÛ DA
 
Bi domdarî Akbûlût ragihand ku ew ê hefteya bê hevdîtinê bi Nûnerê Almanyayê yê OPCW'yê Thomas Schieb re bikin û wiha domand: "Rapora IPPNW'yê ji bo me esas e. Li herêmê lêkolîn hatine kirin û rapor li gorî van lêkolînan hatine amadekirin. Li vir bi awayekî sîstematîk sûcê şer tê kirin. Lêpirsînek divê. Hikûmeta Almanyayê li aliyekî dixwaze sûcên şer ên Rûsyayê bên vekolandin, lê mixabin li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê xwe li bêdengiyê datîne." 
 
HEVDÎTINA BI SPD'Ê Û PARTIYA KESK RE
 
Di berdewamê de Akbûlût ragihand ku dê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî û vekolandina van êrişan bi Partiya Demokrat a Sosyal a Almanyayê (SPD) û Partiya Kesk re hevdîtinê bikin û wiha pê de çû: "Ji ber ku Almanya endama OPCW'yê ye divê tevbigere. Divê ji bo Tirkiyeyê mekanîzmayekê çêbike. Vekolandina sûcên şer û bikaranîna çekên kîmyewî girîng e." 
 
Akbûlût diyar kir ku li benda bersiva OPCW'yê ne. 
 
'SÛCÊ LI HEMBERÎ MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN'
 
Parlamenter Akbûlût ku got "Dixwazî bila dewlet be an jî ne dewlet be, ne xem e lê li vir sûcê li hemberî mirovahiyê tê kirin" destnîşan kir ku li hemberî kurdan bi awayekî sîtematîk çekên kîmyewî tên bikaranîn. Akbûlût, da zanîn ku Partiya Kesk û hikûmetên berê jî daxuyandine ku ev êriş dijî hiqûqê ne û ev tişt anî ziman: "Lê tu mueyideyek tune ye. Di warê Rûsyayê de mueyideyên pir cuda hene. Lê derheqê Tirkiyeyê de ku endamê NATO'yê ye û sûcê şer dike, tu gav nayên avêtin." 
 
Akbûlût bal kişand ser rapora IPPNW'yê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê zor li OPCW'yê bê kirin. Em ê hefteya bê li Berlînê cardin hevdîtinê bi Wezîrê Karên Derve re bikin. Bi rojan e li Almanyayê û seranserê Ewropayê xwepêşandan û meş tên lidarxistin. Domandian van çalakiyan girîng e. Di vir de roleke mezin jî ya Almanyayê ye. Endameke OPCW'yê ye û divê ji bo vê tevbigere." 
 
Akbûlût di dawiyê de destnîşan kir ku demildest divê artêşa tirk ji herêmê derkeve û wiha axivî: "Li vir li dijî mafên mirovan sûcê şer tê kirin. Welatekî endamê NATO'yê bi çekên kîmyewî zirarê dide ewlehiya herêmê. Birêz Fîncanci (Şebnem Korûr) hat girtin. Em di vir de pasîfbûna YE'yê, hikûmeta Almanyayê û NY'yê qebûl nakin. Di pêvajoya bê de em Partiya Çep em ê li seranserê Almanyayê çalakiyên protestokirinê li dar bixin. Ji bo operasyon demildest bên sekinandin em ê cardin hevdîtinê bi hikûmetê re bikin. Hin pêşniyaznameyên me hene ku me ew di Komîsyona Karên Derve de amade kirin. Di van pêşniyaznameyan de em li ser êrişan sekinîne." 
 
MA / Mujdat Can