Di hilbijartina Danîmarkayê de çepgir bi ser ketin

  • cîhan
  • 16:36 2 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE – Partiya Serokwezîr Mette Frederiksen a Partiya Demokratên Civakî di hilbijartina duh a Danîmarkayê de di nava parlamentoyê de bû yekem. 
 
Li gor agahiyên ku hê nehatine piştrastkirin Partiya Demokrat a Civakî ya Serokwezîr Mette Frederiksen di hilbijartinê de bi rêjeya 27,5’an, bû partiya yekem. Bloka Sor a çepgir ku piştgirî dide Frederiksen jî da nava 14 partiyên siyasî ên cuda de, ji 179 kursiyan 87’ê wan bi dest xist. 
 
Medyaya danîmarkayê hêj ku dengên hatine dayîn tên jimartin, ragihandin ku di jimartina dengên Gronland û Giravên Faroeyê de jî 3 kursî yên Bloka Çepgir zêde bûne û gehiştine 90 kursiyan. Frederiksen daxuyanî da û wiha got: “Ez gelek bi kelêcan û serbilind im. Me encama herî baş a di nava 20 salên dawî de bi dest xist.”
 
Bloka Rastgir a bi pêşengtiya Jakob Ellemann-Jensen jî di parlamentoyê de bû koma duyem. Partiya Nerm a Serokwezîrê berê ava kiribû jî di parlamentoyê de bû koma sêyem.Tê payîn ku Rasmûssen dê di avakirina hikûmeta nû de bibe xwedî roleke diyarker. 
 
Hemû aliyên ku ketine hilbijartinê ji bo diyarkirina pêşengtiya hevdîtinan dê bi Keybanû Margrethe re hevdîtinê pêk bînin lê belê tê payîn ku Margrethe dê vê peywirê bide Mette Frederiksen. Frederiksen anî ziman ku ger vê peywirê bidin wî ew ê bi hemû partiyan re biaxive û hikûmetê bi tev li bûna hemû partiyan ava bike.