Tevî gefên rejîma Îranê jî çalakî belav dibin

  • cîhan
  • 15:36 2 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Li Îranê gel tevî gefên darizandinê û daxuyaniyên ku xwendekar hedef tên girtin jî çalakiyên xwe didomînin û peyama ku dê ji kolanan venakişin dan. 
 
Li Îranê çalakiyên şermezarkirinê ku piştî Jîna Emînî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin qetilkirin di 16’ê îlonê de dest pê kiri, di roja 47’emîn de berdewam dikin. Li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê gel tevî êrişên hêzên rejîmê hefteyan e kolanan terk nakin. Rejîma Îranê ku gef li gelê roja şemiyê daket kolanan xwar, vê serê sibê bi daxuyaniyekê ragihand ku darizandina çalakvanan dest pê kiriye. Îraniyan di hesabên xwe yên medyaya dîjîtal de bi lêv kirin ku ev daxuyanî taktîka “çav tirsandinê” ye û diyar kirin ku wê gel ji kolanan venekişe.
 
HERÎ KÊM JI HEZAR KESAN RE DOZ HATE VEKIRIN
 
Ajansa nûçeyan a dewletê ya Îranê (IRNA) nûçeyek servîs kir ku tenê li Tehranê derbarê herî kêm hezar kesan de bi îdiaya tev li çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin bûne doz hatiye vekirin. Serdozgerê Tehranê Alî Al-Qasî Mehr, serê vê sibê ji IRNA’yê re axivî û ragihand ku darizandina hezar kesan bi awayekî ji rayagiştî re vekirî dest pê kiriye. Çalakvan îdiayên “êrişî hêzên ewlehîyê kirine” , “şehîdkirina hêzên ewlehiyê” û “şewitandina malê cemaweriyê” di nav de bi gelek sûcdariyên cidî tên sûcdarkirin. 
 
XWENDEKARÊN ZANÎNGEHÊ BÛN ‘HÊZÊN DERVE’
 
Fermandarên Muhafizên Şoreşê yên Îranê Huseyîn Selamî, roja Şemiyê daxuyaniyek da û bi gotina “îro wê bibe roja we ya dawî” gef li çalakvanan xwarin. Selamî yê ji ber çalakiyan Amerîka, Ingilîstan, Erebîstana Siûdî û Îsraîl sûcdar kir got ku ‘Zanîngehan ne vegerînin qada şer a Amerîkayê’. Di heman rojê de gelemperiyê Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi sedan zanîngehan çalakiyan û grevan berdewam kir. 
 
ÇALAKÎ DIDOMIN
 
Bikarhênerên medyaya dîjîtal, anîn ziman ku darizandinên ku hatin ragihandin ji bo çalakiyan biqedînin “taktîka nû ya rejîmê ye” û peyam dan ku wê kolanan ne terikînin.
 
Li Îranê wê çalakî berdewam bikin.