Banga ‘Roja Piştevaniya bi Efrînê re ya Cîhanê’ hat kirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Platforma Piştevaniya bi Efrînê re banga “Di 24’ê adarê de li çar aliyê cîhanê ji bo Efrînê em bikevin tevgerê” kir. 

Platforma Piştevaniya bi Efrînê re daxuyaniya nivîskî da û banga di 24’ê adarê de ji bo Efrînê bikevin tevgerê kir. Platformê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di 24’ê adarê roja şemiyê Roja Piştevaniya bi Efrînê re ya Cîhanê ye. Em banga li dijî faşîzmê beşdariya çalakiyê dikin. Wê çalakî roja şemiyê saet di 14.00’an de li Gar edu Nord a paytexta Belçîka Brukselê dest pê bike. 
 
‘TIŞTÊN LI HEFRÎNÊ QEWIMÎN SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’ 
 
Polîtîkaya qirkirina ya dewleta tirk a li dijî gelê kurd bi hemû hêza xwe dewam dike. Ev qirkirin li dijî hemû mirovahiyê çab tirsandine. Tiştên li Efrînê qewimîn sûcê li dijî mirovahiyê ye. Dewletên emperyalîst şîrikê vî sûcî ne.
 
Bi sed hezaran mirov neçar man dev ji mal û milkên xwe berdin. Sed hezaran zarok bêdibistan û bêsiberoj man. Li dijî êrîşên ser Efrînê, em her deverê bikin qada berxwedanê û êrîşên li ser Efrînê bişkênin. 
 
Hikumeta AKP’ê biryara agirbesta Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbû binpê kir. Em êrîşên li ser Efrînê wek ‘qirkirin û paqijkirina nijadî’ pênase dikin. 
 
Di 24’ê adarê de li çar aliyê cîhanê ji bo Efrînê em bikevin tevgerê.”