IPI: Divê hemû rojnamegerên li Tirkiyeyê girtî bên berdan

  • cîhan
  • 17:06 25 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Enîstîtûya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) têkildarî binçavkirina 12 rojnamegeran daxuyanî da û xwest ku hemû rojnamegerên binçavkirî bên berdan. 
 
Enîstîtûya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) têkildarî binçavkirina 12 rojnamegerên kurd ku îro di danê sibehê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatin binçavkirin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de bang li Tirkiyeyê hat kirin ku di zûtirin demê de hemû rojnamegerên girtî berde. 
 
Bi domdarî IPI’yê banga berdana rojnamegeran li rayedarên dewleta tirk kir û wiha got: “IPI ku toreke kûrewî ye û ji edîtor, rojnameger û rêveberên çapemeniyê pêk tê, binçavkirina 11 rojnamegerên kurd ên di 25’ê cotmeha 2022’yan de şermezar dike. Binçavkirin, di bin navê îdiaya ‘operasyona têkoşîna li dijî terorê’ de li gelek bajaran hatin kirin. Tirkiye, ji bo sûcên keyfî yên li dijî rojnamegeran û girtinên wan keyfî, gelek caran qanûna têkoşîna li dijî terorê xerab bi kar tîne. Ev binçavkirin yek ji mînakên şênber ên êrişên li dijî azadiya çapemeniyê ye. Banga me li rayedarên tirk ew e ku van 11 rojnamegeran û hemû rojnamegerên girtî berdin. 
 
Di 25’ê cotmehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li Enqere, Stenbol, Wan, Amed, Riha, Mêrsîn û Mêrdînê bi awayekî hemwext bi ser malên rojnamegeran de hat girtin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) a navenda Amed, ragihand ku di encama serdegirtinên malan de Midûra Karên Nivîsan a MA’yê Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar û Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger hatine binçavkirin.
 
Rayedaran ji bo 24 saetan biryara nepeniyê danîn ser dosyaya dozê. Ev rewş nîşan dide ku gelek caran parêzer tên astengkirin ku nekarin xwe bigihînin agahiyên derheqê miwekîlên xwe yên rojnameger de. Bi vê yekê re jî rê li ber parastineke bibandor tê girtin. Li gorî DFG’ê, nûçegihaneke din a JINNEWS’ê Derya Ren jî di çarçoveya lêpirsîneke din ku hûrgiliyên wê baş nayên zanîn de hatiye binçavkirin. 
 
Hevseroka DFG’ê û Edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hûrgiliyên ewil ên derheqê operasyonê de li ser hinek komên çapameniyê yên WhatsAppê yên navend Enqere ku ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatine amadekirin, hîn bûne. Di daxuyaniyê de îdiayên weke ‘tawanbarên xwe weke rojnameger nîşan didin’ û ‘li ser navê PKK’ê xebatên çapemeniyê dimeşînin’ hatine kirin. 
 
KARÎNEYA BÊTAWANÎTIYÊ HAT BINPÊKIRIN
 
Muftuoglû, da zanîn ku bi ser Buroya MA’yê ya Enqereyê de jî hatiye girtin û di dema serdegirtinê de polîsan dest danîne ser pirtûk, arşîvên rojnameyan û alavên din. Muftuoglû, diyar kir ku danezanên bi komên çapemeniyê re hatine parvekirin ne ji hêla dozgeriyê lê ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatine amadekirin û bi vê yekê re mafê darizandina adilane û karîneya wan a bêtawanîtiyê hatiye binpêkirin. 
 
Midûriyeta Giştî ya Emniyeta Enqereyê di daxuyaniya xwe ya fermî ya li ser medyaya civakî de wiha hat gotin; ‘Di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de li dijî Ajansa Nûçeyan a Mezopotamayê de ku xebatên xwe li gorî Konseya Çapemeniyê ya rêxistina terorê dimeşînin, gel li dijî hev sor dike û dijminatiyê ava dike, bi awayekî hemwext bi ser malan de hatiye girtin û ji 14 gumanbaran 11 jê hatine binçavkirin.’ Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelek materyalên dijîtal, pirtûk û belge jî hatine desteserkirin. Her wiha dîmenên rojnamegerên bi darê zorê ji malên xwe hatine derxistin, hatin kelemçekirin û serên wan ber bi jêr ve hatine tewandin jî li daxuyaniyê hatibû zêdekirin. Muftugolû balkişand ser dîmenên behsa xeberê û got; ‘ev operasyon, bi mebesta krîmînalîzekirina rojnamegeran tên kirin û dixwazin weke sûcê terorê nîşan bidin.’ 
 
ROJNAMEGERÊN KURD DI HEDEFÊ DE NE
 
Di destpêka vê mehê de şandeyeke ku ji IPI, Rojnamegerên Sînornenas (RSF) û Osservatorio Balcani e Caucaso Transeuropa'dan (OBCT) pêk dihat çûbû Amedê. Endamên şandeyê bi rojnamegerên DFG’ê, MA û JINNEWS’ê re hevdîtin kirin. Di serdanê de rojnamegeran da zanîn ku ew hem ji ber rojnamegeriyê û hem jî ji ber nasnameya xwe ya kurdbûnê du caran rastî zextê tên û her tim li wan tacîza qanûnî tê kirin, tên şopandin, binçavkirin û girtin. Şandeyê ji bo piştevaniya bi 15 rojnamegerên ku di hezîrana 2022’yan de hatin girtin û hêj di girtîgehê de jî xwepêşandaneke biçûk kir. 
 
Piştevaniya me ya bi hemû hempîşeyên me re didome. Divê Tirkiye di zûtirin demê de hemû rojnamegerên girtî berde.”