Li dijî leşkerên rejîma Sûriyeyê êriş hat kirin

  • cîhan
  • 16:53 17 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Derayê li dijî wesayîteke leşkerî ya hêzên rejîma Sûriyeyê êriş hat kirin. 
 
Li gorî daxuyaniya Mala Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li herêma di navbera Newa û Cibêliya yên li rojavayê Sûriyeyê, bi wesayîteke girêdayî 112’emîn Tûgaya Leşkerî ya Artêşa Sûriyeyê ve mayîn hat teqandin. SOHR'ê da zanîn ku di encama êrişê de ji artêşa Sûriyeyê kuştî û birîndar çêbûne.  
 
SOHR'ê ragihand ku di nava sala dawî de li cihên cuda yên Derayê heta niha 437 êriş pêk hatine û gelemperî jê sivîl bi giştî di van êrişan de 373 kesan jiyana xwe ji dest dane.