NY’ê xwest ku gel bêyî astengî vegerîn Efrîn û Gutayê

img

CENEVRE - Neteweyên Yekbûyî (NY), xwest ku sîvîlên bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin kirin, bêyî astengî vegerîn Efrîn û Gutayê.

Komîsetiya Bilind a Penaberan a (UNHCR) a Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku di rojên dawî de ji Efrînê, ji ber şer li derdora 104 hezar kes neçar man ku cih û warê xwe terk bikin. Berdevkê Komîseriyê Andrej Mehecîc got ku ji ber sedema koça girseyî ya li Efrîn û Gutaya Rojhilat ew dinava fikarên mezin dene. Mehecîc li Cenevreyê daxuyaniya çapemeniyê da û got: "Gelên ku ji Efrîn û Gutayê bi darê zorê ji malên xwe derketin, tiştek bi xwe re nebirin. Pêdiviya wan bi starek, amûrên xûrek, bergehan û her tiştî heye.’’
 
Berdevkê UNHCR’ê Mehecîc got ku ji 50'î hezar kesên ji Gutayê derketin 100 jê zarok û jinin û dinava gelek zor û zehmetiyan dene.  
 
Mehecîc, da zanîn ku li gorî UNHCF’ê nêzî 100 hezar kes li derdora Efrînê dimînin û piraniya van zarok in jî hene.