Komîsyona Venedikê ji OHAL'ê bi fikar e

  • cîhan
  • 17:33 7 Cotmeh 2017
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Venedîkê ku wekî organa şêwirmendiyê ya mijarên Qanûna Bingehîn a Konseya Ewropa ye, OHAL'a li Tirkiye û rexne kir û diyar kir ku li dijî standartên Navneteweyî û Qanûna Bingehîn a Tirkiye ye. 

Komîsyona Venedîkê ku wekî organa şêwirmendiyê ya mijarên Qanûna Bingehîn a Konseya Ewropa ye, hebûna OHAL'ê ya li Tirkiye rexne kir. Komîsyonê anî ziman ku di bin baneyê OHAL'ê de KHK hatine derxistin û erka KHK'ê nexne kir. Komîsyonê têkildarî qeyyûman jî agahî da û wiah got: "Şaredar, endamen meclîsên şaredariyan û rêveberên herêmî yên ku rêveberiyên navendî hilnebijartibin, bi tayînkirina rêveberên nû kontrolkirin û desteserkirina wan, mirovan dixe nava fikaran. Rêveberiyên herêmî nîşana demokrasiyê ye. Erk û rayeya rêveberan ji aliyê gel ve tê bijartin. Ev mifteya ku mirov bibin xwedî gotin û vîn e." 
 
komisyonê bal kişand ser pêvajoya OHAL'ê û guhertinên bi KHK'yan û anî ziman ku bi vî şiklî rêveberî tev xistine bin destê xwe. 
 
PÊŞNIYARÊN KOMÎSYONÊ YÊN JI BO TIRKIYE 
 
"* KHK ya hêjmar 674'an ku xistin meriyetê raste rast ne girêdayî OHAL'ê ye. Bi taybetî rêveberên ku ji aliyê navendî ve tayînî rêveberiyên herêmî hatin kirin divê dîsa paşve bên dayîn. 
 
* Divê pêkanînên bi KHK'ya hêjmar 674'an hatin kirin bi dawîkirina OHAL'ê bên rastkirin. 
 
* Guhertinên bandorê li ser demokrasiyê dike divê ne bi KHK'ê, divê bi niqaşên li meclîsê bên rastkirin. 
 
*Erka Taybet ku di çarçoveya têkoşîna bi terorê re dane waliyan, divê têxin destê darazê. 
 
* Divê hemû rêveber û personelên ku bi sucdariya terorê ji peywirê hatin girtin, divê dîsa erk û peywira wan paşve bidin wan. 
 
‘PEYMANA XWESERIYA RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ ANÎ BÎRA WAN
 
Komisyonê,  diyar kir ku Tirkiye Peymana Xweseriya Rêveberiya Herêmî ya Ewropa ya li gorî Rêveberiyên Herêmî û Niştecihî ya Konseya Ewropa ku îsal bi biryarnameya 674'an pêk anî îmze kiribû ihla kiriye û xwest li gorî peymanê tev bigere.