Mesrûr Barzanî li Londonê hat şermezarkirin

  • cîhan
  • 13:47 20 Nîsan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li londonê ji aliyê ciwanên kurd ve hat şermezarkirin. 
 
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku beriya êrişa Tirkiyeyê ya bi hevkariya PDK'ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dest pê kir hatibû serdana Tirkiyeyê, çû serdana Îngilistanê jî. Barzanî li paytexta Îngilistan Londonê ji aliyê cîwanên kurd ve hat şermezarkirin. 
Cîwan li ber nûnertiya PDK'ê ya Londonê hatin gelhev û ji ber ku bi Tirkiyeyê re di êrişa ser Herêma Kurdistanê de cih digire Barzanî şermezar kirin.
 
Ciwanên ku êrişa AKP-PDK'ê şermezar dikin, ji bo ku Barzanî ji avahiya nûnertiya PDK'ê derkeve derve li ber avahiyê dûrişm berz dikin û sekna xwe didomînin.