Rojnamevana rûsî Baulina di bombebaranê de hat kuştin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegihana The Insider Oksana Baulina di bombebarana Kievê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Nûçegihana The Insider Oksana Baulina a Rûsî di bombebarana Kievê de jiyana xwe ji dest da. The Insider ragihand ku nûçegihana wan Baulina di êrişên Rûsyayê yên li Podilê dema dişopand bûye armanca bombebaranê. Baulina rojnamevana pêncemîn e ku di êrişên li Ûkraynayê de jiyana xwe ji dest dide. 
 
5 ROJNAMEVAN JIYANA XWE JI DEST DANE 
 
Ji serê meha adarê ve kameravan Yevhenii Sakun ê xebatkarê televizyona Ûkrayna LIVE û Ajansa Nûçeyan a Spanyolî EFE, du hefte pişt re rojnamevanê Amerîkî û çêkerê film Brent Renaud, du roj şûn ve kameravan Pierre Zakrzewski yê ji Fox TV'ye re dixebitî û Oleksandra Kuvshinova di êrişan de hatine kuştin.