Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Ewroayê bi beşdabûna bi hezaran kesî Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. 
 
Li bajarên Ewropayê bi hezaran kes li hev kom bûn û bi coşeke mezin Newrozê pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de doza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin. 
 
FRANSA
 
Li paytexta Fransayê Parîsê bi dirûşmeya “Agirê Newrozê geş bike, Kurdistanê Azad bike!” bi hezaran kes Newrozê pîroz kirin. Bi hezaran kesên ji Parîsê û banliyonan hatin ji bo meşa dê li Gare du Nordê dest pê bikirana, li hev kom bûn. Di meşê de pankartên li ser “Newroza 50. Saliya Rêber APO Pîroz be” û "Newroz pîroz be" nivîsandî hatin vekirin. Di dema meşê de tim dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerilla", "Be Serok Jiyan na be" hatin berzkirin. 
 
Meş heya qada Newrozê Qada Stalingradê dewam kir.
 
DANÎMARKA
 
Li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê bi pêşengiya Navenda Ciwanan a Kurd Newroz hat pîrozkirin. Newroz bi bangawaziya Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinan a Sêvê li hêwana Isojê hat pîrozkirin. Beriya pîrozbahiyê ji bo şehîdên şoreşê rêz hat girtin û dagirkeriya li Efrînê hat şermezarkirin. Di pîrozbahiyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û kesên di Newrozê de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Di pîrozbahiyê de tim dirûşmeyên “Bijî Newroz, “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK” hatin berzkirin û doza azadiy Ocalan hat kirin. 
 
Hunermend Cigerres Efrîn, Mahsum Dêrikî, Ergîn Xelîkan, Hozan Fîgen, Koma Barîn, Şivan Can, Hozan Girin, Seyda Perînçek û  Şiyar û Dijwar derketin ser dikê. 
 
Li bajarê Herning yê Danîmarkayê li Girava Julentê jî Newroz hat pîrozkirin.