Zelenskiy: Em ê xwe biparêzin

  • cîhan
  • 09:37 24 Sibat 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Dewletê yê Ukraynayê Zelenskiy derbarê operasyona leşkerî ya ku Rûsyayê li dijî herêma Donbassê daye destpêkirin de got: “Heke êriş li ser jiyana me, azadiya me û zarokên me pêk were, em ê xwe biparêzin.” 

Serokê Dewletê yê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy derbarê operasyona leşkerî ya Rûsyayê ya li herêma Donbassê da destpêkirin de daxuyanî da. Zelenskiy wiha got: “Heke êriş li ser jiyana me, azadiya me, zarokên me bike, em ê xwe biparêzin, em ê êriş nekin, em ê xwe biparêzin." Zelenskiy destnîşan kir ku dê li hemû herêmên welêt rewşa awarte bê ragihandin.
 
Li aliyê din Zelenskiy piştrast kir ku li dijî welatê wan êrişên bi moşekan pêk hatiye û êrişa moşekan li dijî mufazakarên sînor pêk hatiye. 
 
‘EM BI HÊZ IN’ 
 
Zelenskiy pişt re li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî da û banga aramiyê li xelkê xwe kir û xwest kes ji malên xwe dernekeve û got: “Em dixebitin. Em bi hêz in. Em ê her kesî têk bibin, çimkî em Ukrayna ne.”