Ji Pûtîn fermana 'Operasyonên Hêzên Aştiyê'

  • cîhan
  • 09:23 22 Sibat 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, ferman da ku leşkerên rûs weke "Operasyonên Hêzên Aştiyê" ji bo Donbass'ê bên şandin. 
 
Piştî naskirina xwe ya serxwebûna Komara Gel a Donetsk û Komara Gel a Lûganskê, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, ferman da ku hêzên aştiyê ji bo komerên gel ên li herêma Donbassê ku li rojhilatê Ûkraynayê ne re bên şandin. Di daxuyaniya ku hat dayîn de ev tişt hat gotin: "Li ser daxwaza ku Serokdewletê Komara Gel a Lûganskê ji Wezareta Parastinê ya Federasyona Rûsyayê re ragihandiye Hêzên Çekdar ên Rûs wê li xaka Komara Lûganskê mîsyona parastina aştiyê pek bînin."
an geldi.