Kurdan li Atînayê binçavkirina Muslim şermezar kir

  • cîhan
  • 16:24 26 Sibat 2018
  • |
img

ATÎNA - Kurdên li Atînayê, bi meşekê heta Balyozxaneya Çekyayê binçavkirina Hevserokê PYD'ê yê berê Salih Muslim protesto kirin. 

Li paytexta Yûnanîstan Atînayê kurdan, binçavkirina Hevserokê PYD'ê yê berê Salhi Muslim ê li Praga Çekyayê hat binçavkirin şermezar kir. Kurd li Atînayê heta Balyozxaneya Çekyayê meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî berxwadana Efrinê”, “Azadî ji bo Salih Muslim" berz kirin. Çalakvanan broşurên di dest xwe de li welatiyên derdorê belav kirin û ji bo Muslim bê berdan bi rayedarên balyozxaneyê re hevdîtin çê kirin.