Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike

  • cîhan
  • 13:50 18 Sibat 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Dewleta Almanyayê dê ciwanê kurd Bulent Çelîk ku ji ber zextên siyasî ji Tirkiyeyê koç kiribû, dersînor bike. Hat zanîn ku Çelîk li balafirgehê tê sekinandin û rayedar dixwazin ku Çelîk bişînin Tirkiyeyê. 
 
Ciwanê kurd Bulent Çelîk ê Colemêrgî ji ber zextên siyasî yên Tirkiyeyê, 3 sal berê koçî Almanyayê bûbû û li wir bi cih bûbû. Hat zanîn ku dewleta Almanyayê dixwaze Çelîk radestî Tirkiyeyê bike û ji bo dersînorkirinê jî li Balafirgeha Frankfurtê tê sekinandin. 
 
Têkildarî mijarê Hevseroka Konfederasyona Civakên Kurdistanî (KON-MED) a li Almanyayê Zubeyde Zumrut Çelîk li ser medyaya civakî peyamek parve kir û bertek nîşan da. Çelîk di peyama xwe de wiha got: “Almanyayê, di van demên dawî de hewl da gelek welatparêzên kurd ber bi Tirkiyeyê ve dersînor bike. Niha jî dixwazin ciwanê welatparêz Bulent Çelîk bişînin Tirkiyeyê. Çelîk, jişevê din heta niha li Balafirgeha Frankfurtê tê sekinandin. Hem malbat û hem jî hevalên wî ji ber rewşa Çelîk bifikarin. Agahiya dersînorkirinê piştî nîvro da ne Çelîk. Li balafirgehê telefona wî jê hatiye standin û nahêlin xwe bigihîne tu kesekî. Tu parêzerên wî nînin. Cezayê wî heye û bêyî îradeya wî tê dersînorkirin. Malbata wî bi berteke û alîkariyê dixwazin.”