Serokkomarê Îsraîlê dê serdana Tirkiyê bike

  • cîhan
  • 14:10 15 Sibat 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Îsraîlê Îsaac Herzog xwe amade dike ku serdana Tirkiyeyê bike.
 
Li gorî daxuyaniya ku ji buroya Serokkomarê Îsraîlê Herzog hate dayîn wiha ye: "Şandeyek ji rayedarên payebilind ên li Tirkiyeyê, ji bo amadekariyên serdana Serokkomar Îsaac Herzog a li Tirkiyeyê ya li ser têkiliyên her du welatan pêk were, plan bike, vê hefteyê tê Îsraîlê."
 
Di daxuyaniyê de li ser dema serdana Herzog a li Tirkiyeyê dem nehate dayin. Lê tê gotin ku Herzog dê di navbera 9-10 adarê de serdana Tirkiyê bike.
 
Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan 4'ê Sibatê dema ji Kîevê vegeriya bi daxuyaniyekê ragihand ku hempîşeyê wî yê Îsraîlê xwe amade dike ku di meha adarê de serdana Tirkiyeyê bike.