Bîden: Operasyona kuştina Qureyşî bi tevkariya hevkarê me QSD'ê bi ser ket

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA'yê Joe Bîden têkildarî kuştina Ebû Îbrahîm el Haşîmî el Qureyşî yê DAIŞ'î de axivî. Bîden, diyar kir ku wan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi hevkarî ev operasyon kiriye. 

Serokê DYA'yê Joe Bîden, daxuyanidibû ku li Îdlîb a ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ye operasyonek li dar xistine û di vê operasyonê de ji pêşengên DAIŞ'ê Ebû Îbrahîm el Haşîmî el Qureyşî kuştine. 
 
Hêzên Taybet ên DYA'yê hûrguliyên operasyona li nêzîkî gundê Atme yê Îdlîbê parve kirin. 
 
Bîden, daxuyand ku di operasyonê de pêşengê nû yê DAIŞ'ê Ebû Îbrahîm el Haşîmî el Qureyşî hatiye kuştin û ev tişt gotin: 
 
“*Bi saya wêrekî û serketina eskerên me, mirina sivîlan hat kêmkirin. Ji bo xisar negihê malbatan û zarokan, me eskerên xwe ber bi xetereyê ve şandin û ji dêvla êrişeke hewayî me, êrişeke bejahiyî li dar xist. 
 
*Terorîst ji dêvla ji ber sûcên xwe bi edaletê re hevrû bibin, rabûn xwe teqandin.
 
*Hêzên DYA'yê bi awayekî pir serketî vê operasyona zehmet li dar xistin. Artêşa me welatê me, gelê DYA'yê û mutefîkên me diparêze. 
 
*Hevkariya me ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratk (QSD) bi kêr hat. Hevkarên me bi tevkarî xebitîn û kirin ku ev operasyon bi ser bikeve."