Li Mûsilê 5 DAIŞ’î hatin kuştin

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Daîreya Enformasyona Ewlekariyê ya Iraqê da zanîn ku di encama êrişa hewayî de li Mûsilê 5 DAIŞ’î hatine kuştin. 
 
Daîreya Enformasyona Ewlekariyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di danê sibehê de li Mûsilê li dijî DAIŞ’iyan êrişên hewayî pêk anîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di encama bombebaranê de 5 DAIŞ’î hatine kuştin.