Parlamentoya Baskê jî amadekariyên naskirina statuya Rêveberiya Xweser dike

  • cîhan
  • 10:05 30 Çile 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamantera Baskê Oihana Etxebarrieta, diyar kir ku Parlamentoya Baskê amadekariyên naskirina Rêveberiya Xweser dike û ev tişt got: "Divê di zûtirîn demê de Rêveberiya Xweser bi awayekî sazûmanî were naskirin da ku çeteyên DAIŞ’ê di dadgeheke navneteweyî de bên darizandin."
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 12 hezar endamên DAIŞ'ê hene û ji 50 welatên cuda ne. Girtina van endamên DAIŞ'ê ya li herêmê sedema metirsiyeke mezin e. Rexmî ku vê metirsiya DAIŞ'ê pirsgirêkeke gerdûnî ye jî hewl tê dayîn weke pirsgirêkeke herêmî bê dîtin. Ji ber vê nêzîkatiya xemsar a hêzên navneteweyî DAIŞ'ê careke din hewl da li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aloziyê derxe. Heta niha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gelek caran cidiyeta rewşê diyar kirine û banga darizandina çeteyan û malbatên wan kirine. Tevî hemû hewldanan jî civaka navneteweyî di vê mijarê de gaveke şênber neavêje. 
 
Ji bo ku dadgehek were avakirin û endamên DAIŞ'ê bên darizandin bangên naskirina statuya herêmê tên kirin.  
 
'HEWCEDARÎ BI MEŞRÛYETA SAZÛMANÎ HEYE'
 
Parlamentera Parlamentoya Baskê Oihana Etxebarrieta, têkildarî mijarê Ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Cîha Bîlgîn re axivî. Oihana Etxebarrieta, diyar kir ku piştî naskirina Parlamentoya Katalonyayê Parlamentoya Baskê jî amadekariyan dike ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bike û wiha got: ""Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî rewabûna civakî ye û pêwîstiya wê bi meşrûyeta sazûmanî heye. Em wek koma EH Bildu ji bo ku parlamentoya Baskê statuyê qebûl bike, dixebitin."
 
'DIVÊ RÊVEBERIYA XWESER BÊ NASKIRIN'
 
Etxebarrieta, diyar kir ku divê Rêveberiya Xweser di asta navneteweyî de were naskirin û ev tişt gotin: "Divê di cîhana global de derfetên tifaqê û têkiliyên navneteweyî bên afirandin. Mimkûn e ku parlementoyek were naskirin ku têde mafê biryarê yê piraniyê ye. Naskirina statuya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwazeke rêxistinên cuda û tevgerên herêmî ye jî. Em alîgirên naskirin û destekkirina wê ne. Dema parlamentoya Baskê Rêveberiya Xweser nas bike wê rêyên xebatên hevpar ên sazûmanî jî vebin."
 
PIŞGIRIYA TÊKOŞÎNÊ
 
Etxebarrieta, ji bo êrişa dawîn a DAIŞ'ê ya li Hesekê jî ev nirxandin kir: "Êrişa li Hesekê ji ber desteka kêm a hêzên navneteweyî pêk hat. Ji bo ku ev xetere bi dawî bibe, divê hêzên navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bînin û vê pirsgirêka hevpar nîqaş bikin. Em wek hêzeke têkoşer pê dizanin ka biryardayîn û rêvebirina polîtîkayê li gel raya giştî û bi tevlêbûna wê çi qas girîng e. Em ê her tim piştgiriya têkoşîna Rêveberiya Xweser bikin û em ê li cem wan bin. Ji niha û pê ve divê hêzên navneteweyî û her kes bi berpirsyariay xwe rabe."
 
DARIZANDINA ENDAMÊN DAIŞ'Ê
 
Di dawiya axaftina xwe de Etxebarrieta, bi bîr xist ku HSD û Rêveberiya Xweser ji bo hemû mirovahiyê li dijî DAIŞ'ê şer kirine lê belê tu dewletan endamên girtî yan jî malbatên wan ên welatiyên xwe wernegirtine û ev bang kir: "Divê êdî herkes bi berpirsyariya xwe rabe. Ji bo darizandina van DAIŞ'iyan divê di zûtirîn demê de dadgeheke navneteweyî were avakirin. Ev dadgeh gelekî girîng e ku bikare berpirsyariya hevpar nîqaş bike."