Ji Rêveberiya Xweser serdanên dîplomatîk

  • cîhan
  • 13:38 7 Kanûn 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Swîsreyê û Navenda Civaka Kurd a Lozanê, bi rêveberiya Şaredariya Veveyê re hatin gelhev. 
 
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Swîsreyê, bi armanca balê bikişîne ser êriş û daekirinên li dijî herêmê hevdîtinan dike. Heyeteke ku ji endamên nûnertiyê pêk dihat, li Swîsreyê bi rêveberiya Şaredariya Veveyê re hat gelhev. Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cihat Omar,  Nûnerê AANES'ê Medea Hasan û  Hîkmat Îbrahîm û heyeta Navenda Civaka Kurd a Lozanê, li şaredariyê bi Alîkarê Şaredara Veveyê Gabrîella Kamepf ve hatin gelhev.
 
Oemer, di hevdîtinê de geşedanên têkilî şerê li herêmê, êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê, qutkirina av û ceyranê ya li ser herêmê û ambargoya li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê ragihand. Di hevdîtinê de têkoşîna gelên heremê ya li dijî DAÎŞ'ê, pergala demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê hate vegotin. Her wiha bang hate kirin ku destekê bidin projeyên ji bo başkirina şertên mirovên ku ji şer karîger bûn.