Balafirên Tirkiyeyê penaberên kurd birin Belarûsê

  • cîhan
  • 14:40 9 Mijdar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji rojnameya sereke ya Elmanyayê Bîldê ragihand ku koçberên kurd ên li ser sînorê Belarûs-Polonyayê ne, bi seferên taybet ên balafirên Tirkiyeyê derbasî Mînskê hatine kirin. 
 
Drama penaberan a li ser sînorê Belarûs û Polonyayê ku endama Yekîtiya Ewropayê ye didome. Penaberên ku piraniya wan kurdên ji Herêma Kurdistana Federe û ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, li ser sînorê Polonyayê li bendê ne ku derbasî Ewropayê bibin. Penaberên ku Polonyayê bi piştgiriya Yekitiya Ewropayê sînorên xwe lê girtine, li daristanan bi mirinê re rû bi rû ne. 
 
Yek ji rojnameya sereke ya Elmanyayê Bîldê ku mijar wergirtiye rojeva xwe, diyar kir ku li pişt trafîka penaberan Serokkomarê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko, Serokê Dewleta Rûsê Vlademîr Pûtîn û Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan hene. 
 
Bild ku got her sê serokan li dijî danekirina Yekîtiya Ewropayê, penaberan weke çek bi kar anîye û bi awayekî berfirehî diyar kir bê ka penaber ji Moskow, Stenbol, Antalya, Hewlêr û Şamê çawa bi balafirê veguhestina Mînskê. 
 
SEFERÊN TAYBET ÊN MÎNSKÊ
 
Serokê Sendîkaya Polîsên Federal a Elmanyayê Heîko Teggatz ji rojnameyê re axivî û diyar kir ku koçber bi seferên Rêyên Hewayî yên Tirk (THY) ku ji sedî 49 Komara Tirkiyeyê xwediyê wê ye û ji şîrketa Aeroflot a Rûsyayê ku ji sedî 51 xwediyê wê ye derbasî herêmê hatine kirin. Li gorî rojnameyê her du şîrketên rêyên hewayî di qeyrana penaberan de roleke girîng dilîzin û ev ji aliyê yekeyên ewlehiyê yên Elman ve hatiye teyîtkirin. 
 
Li gorî nûçeya rojnameyê ji bo ku penaber werin veguhestin seferên balafirên zivistana 2019/2020’an ên ji welatên Rojhilata Navîn ji 17’an derxistine 57’an. Hewlêra Herêma Kurdistana Federe û paytexta Sûriyeyê Şam jî li bajarên ku sefer lê hatin kirin, hatin zêdekirin. 
 
Ji bo penaberan du navendên komkirinê yên herî girîng Stenbol û Moskowa bûn, THY jî hejmara seferên Stenbol-Mînskê her roj du qet zêde kir. Ligel şîrketa Belavia ya Belarûsê, kirîna bilêtên sefera Antalya û Mînskê li ser înternetê betal kir jî ev seferên balafiran hefteyê 4 caran pêk hatin. 
 
CIWANÊN BEHDÎNANÎ Û SILÊMANÎ
 
Armanca hevkariya Tirkiyeyê ya bi Rûsya û Belarûsê re ew e ku penaberan weke çek li dijî YE'yê bi kar bîne û her wiha Herêma Federal a Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî vala bike. Piraniya koçberên ku xwe digihînin Belarûsê welatiyên Iraqê ne û piranî ji navçeyên derdora Behdînan û Silêmaniyê ne. 
 
Penaberên ku piraniya wan ji ciwanên Herêma Kurdistana Federe ne, bi rêya Hewlêr an jî Stenbolê ber bi Belarûsê ve hatin veguhastin. Pêla koçberiyê ya ku piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Herêma Kurdistana Federe di 23’ê Nîsanê de dest pê kir, balkêş e. 
 
Li gorî hejmarên fermî di sala borî de nêzî 40 hezar welatiyên Iraqê ji derveyî welat reviyane û ji wan 10 kes mirine û çarenûsa 12’an jî ne diyar e. 
 
10 PENABERAN JIYANA XWE JI DEST DA
 
Penaberên li sînorê Polonyayê terkî mirinê hatin jî, duh bi meşekê xwestin deriyên sînor bên vekirin. Hikûmeta Polonyayê tedbîrên tund ferz kir û bi vê yekê re nêzî 12 hezar hêzên ewlekariyê li ser sînor bûn. Têl li ser sînorê Belarûsê hatiye danîn û li herêmê heta niha zêdeyî 10 penaberan ji ber hewa sar û şert û mercên nebaş jiyana xwe ji dest dane.