Tîllerson: Çekên ji YPG’ê bên sitendin tune ne

  • cîhan
  • 17:02 15 Sibat 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Rex Tîllerson beriya bê Enqereyê daxuyanî da û got ku çekên giran yên ku DYA daye YPG’ê tune û çekên ku paşve ji YPG'ê bistîne tune ye. 

Wezîrê Karê Derve yê Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê (DYA) Rex Tîllerson beriya îro bê serdana Enqereyê, li Lubnanê daxuyanî da. Tîllerson got: “DYA çekên giran qet neda YPG’ê. Ji ber vê yekê tiştekî DYA paş de bistîne tuneye.”  Berê jî Tirkiye hişyar kir û got: "Ji ber şerê li dijî Efrînê ciwanê kurd berê xwe didin Efrînê û têkoşina li dijî DAIŞ'ê lawaz dibe."