Şêran nêçîrvan xwar

  • cîhan
  • 10:34 13 Sibat 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN- Li Afrîkaya Başûr, kesekî ku hat diyarkirina bi awayekî qaçax hewl daye heywanan nêçîr bike, şêr ew xwarine. Li gor daxuyaniyên polîsên herêmî tenê serê nêçirvan û çend perçeyên ji bedena wî mane. 

Li Afrîkaya Başûr, nêçirvanekî ku hewl da li Parka Netewî ya Krûgerê heywanên mezin nêçîr bike, şêran ew xwariye. Li gor nûçeya BBC Tirki’yê Berdevkê Polîsên Lîmpopoyê Moatshe Ngoepe ku ji ajansa AFP’ê re axivî diyar kir ku bûyer dawiya hefteyê qewimiye û tenê serê nêçirvan û çend perçeyên ji bedena wî mane. Ngoepe ev tişt gotin: “Bi qasî me fêm kir, dema mêrik xwestiye li parkê heywanan nêçîr bike şêran ew kuştiye. Hemû bedena wî xwarine, hema bêje hemû. Tenê serê wî maye û çend perçeyên ji bedena wî.” 
 
Her wiha hat diyarkirin ku li cihê ku mêrik lê hatiye kuştin tivingeke tije fîşek û muhîmat hatine dîtin. 
 
Hîn jî polîsan nasnameya nêçîrvanê ku şêran ew xwar tespit nekirine.
 
Li herêma Lîmpopoyê bi taybetî di salên dawî de nêçîrkirina şêran zêde bûye. Di Çileya 2017’an de li heman herêmê 3 şêrên nêr hatibûn jehrîkirin û serê wan û pencikên wan hatibûn jêkirin.