Ruhanî: Operasyona Tirkiyeyê ya li Efrînê bêhûde ye

img
 
NAVENDA NÛÇEYAN – Serokomarê Îranî Hesen Ruhanî operasyona Tirkiyeya ya li dijî Efrînê şîrove kir. Ruhanî, destnîşan kir ku operasyona leşkerî bêhûde ye. 
 
Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî, têkildarî operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Efrîbnê cara ewil axivî. Ruhanî li paytext Tehranê civîneke çapemeniyê çê kir û wiha got: "Em dixwazin di demeke nêz de dawî li vê operasyonê bê. Çimkî di vê operasyonê de birayên me yên tirk dimirin. Li hêla din jî kurd û mirovên din dimirin. Ev operasyon bêhûde ye." 
 
Ruhanî wiha axivî: "Welatek, dema hikûmeta wî welatî destûr da dikare têkeve xaka wî welatî. Ev prensîba me ye. Dema ew welat li dijî vê yekê be em nikarin bêjin ku ev tevgereke rast e."