Serokkomarê Haîtiyê hat kuştin

  • cîhan
  • 14:22 7 Tîrmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Haîtiyê Jovenel Moise, li mala xwe bi sûîqastê hat kuştin
 
Li gorî nûçeyeke ku Reûtersê derbas kiriye; Serokkomarê Haîtiyê Jovenel Moise, li mala xwe bi sûîqastê hatiye kuştin. Li gorî nûçeyê komeke ku nasnameya wan nehatiye diyarkirin derbasî koşka Moise bûne û êriş birine ser û ew kuştine. Di êrişê de hevjîna Moise jî birîndar bû û ew rakirine nexweşxaneyê.