Li Fîlîpînê balafira leşkerî ket

  • cîhan
  • 10:10 4 Tîrmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li başûrê Fîlîpînê balefireke leşkerî ku 85 kes têde bûn, dema ku xwest xwe deyne, ket.
 
Li başûrê Fîlîpînê balefireke leşkerî ku 85 kes têde bûn, dema ku xwest xwe deyne, ket. Serfermandarê Giştî yê Fîlîpînê Cirilito Sobejana, têkildarî ketina balafirê daxuyanî da û diyar kir ku balafir dema ku xwestiye xwe li Girava Jolo ya girêdayî parêzgeha Sûlûyê xwe deyne ketiye. Sobejana, diyar kir ku heta niha 40 kes sax hatine rizgarkirin û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmê xebatên xwe didomînin. 
 
Hat hînbûn ku balafirê kesên ku ji dibistana leşkerî derçûne biriye cihên wan ên nû yê peywirê.